XELKÊN KOBANÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD BAHOZ KOBANÊ OXIR KIRIN
Xelkên Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Bahoz Kobanê ku di êrîşa dewleta Tirk a li Qamîşlo de şehîd bû, bi merasîmeke bi heybet oxirkirin.
xelkên Kobanê, Endamên saziyên rêveberiya xweser û Hêzên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirinê bûn .
di merasîmê de axaftin ji aliyê Meclîsa Leşkerî ,malbata şehîd û Komîna Şano ya Kobanê ve hate kirin .
axêveran gotin ku Şehîd giyanê xwe dike mertal ji bo azadiya gelê xwe.
her wiha sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya tevahî şehîdan dan .
Piştre wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd Bahoz Kobanê bi berzkirina dirûşmeyan hat veşartin.