Kanala ROJAVA TV

LI MINBICÊ ÇALAKIYA PROPAGANDAYA HILBIJARTINAN TÊ KIRIN

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, bi armanca piştgiriya namzetên hilbijartinan çalakiyeke propogandeyê li bajarê Minbicê li dar xist.

Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku, çalakiya wan peyameke ji bo êrîşan û hemû kesên ku dixwazin pêvajoya hilbijartinan bişkînin.

Her wiha beşdaran gotin: hevgirtina gelan û îradeya wan ji top û balafirên dagirkeriyê xurtir e.

Çalakiya propagandayê dê heya bidawîkirina danasîna namezetan dirêj bike û dê tê de çalakiyên hunerî û civakî werin pêşkêşkirin.