ZANÎNGEHA EL-ŞERQ DEST BI EZMÛNÊN WERZA DUYEMÎN KIR
Li Zanîngeha El Şerq ya bajarê Reqayê, xwendekaran dest bi nivîsandina ezmûnên werza duyemîn a sala xwendinê 2023/2024 kirin.
Rêveberiya zanîngehê da ku ji xwendekaran re atmosfereke baş peyda bike, biryar da ku ezmûn li ser du pêlan werin lidarxistin.
Desteya rêveberî û komîteya ezmûnan serperiştiya rêveçûna proseya ezmûnan dikin û hemû pêdiviyên pêwîst ji xwendekaran re peyda dikin.
Li gorî komîteya ezmûnan dê pêvajoya nivîsandina ezmûnan di 13’ê Hizêranê de bi dawî bibe.