Kanala ROJAVA TV

JINÊN HERÊMÊ AMADEKARIYÊN HILBIJARTINAN DIKIN

Li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê amadekariyê hilbijartinên 11 hezîranê dikin ku rêjeya tevlîbûna jinan di wan hilbijartinan de 50 ji sedî ye.
Li 7 kantonên herêmê wê li 134 şaredariyan hilbijartin werin lidarxistin û heta niha amadekariyên hilbijartinan bi coş dewam dikin.
Li her kantonekê jî komîteyeke hilbijartina hatiye avakirin û kar û xebatan birêve dibe.
hevseroka komîteya hilbijartinan a kantona cizîrê Silav Hiso diyar dike ku tenê li kantona cizîrê wê hilbijartin li 67 şaredariyan werin lidarxistin.Endama kombûna jinên zenûbiya a hikûmiyê ya reqa Xalise El Hesen jî dibêje ku ew amadekariyên hilbijartinan dewam dikin û propogandaya tifaqa xwe dikin.

Li seranserî herêmê 2 tifaqên sereke, 4 partiyên siyasî û bi sedan kesên serbixwe namzetên xwe pêşkêş kirine û êdî propogandaya bernameya xwe dikin.