JI BO DANASÎNA NAMZETÊN ŞAREDARIYAN, ŞAHIYEK LI QAMIŞLO HATE LIDARXISTIN
Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan û propogandaya ji bo wan de, tifaqa gelan û jinan ji bo azadiyê şahiyek li taxa qidûrbeg a Qamişlo li dar xist.
Şahî bi beşdariya xelkên taxê hate lidarxistin û têde bernameya tifaqê ya hilbijartinan hate xwendin û şîrove kirin.
Her di şahiyê de, namzetên şaredariya qamişlo xwe dan nasîn û behsa projeyên xwe kirin.
Beşdarên şahiyê jî tekez kirin ku çiqas dewleta tirk a dagiker êrîş bike û hewil bide hilbijartinan asteng bikin jî, ewê 11’ê hezîranê bi israr berê xwe bidin navendên dengdayinê û dengê xwe bikar bînin.