LI KANTONA DÊRAZORÊ AMADEKARIYÊN WERGIRTINA GENIM TÊ KIRIN
Şirîketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Dêrazorê dest bi wergirtina genimê cotkaran kir.
Hevserokê Kompanya Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya kantona DêraZorê Mişel El-Ebd diyar kir ku wan 2 navend bo wergirtina genim destnîşan kirine.
her wiha El-Ebd da zanîn ku, kapasîteya depoya Sîloyê 130 hezar ton e.
Li gorî navborî, sala derbasbûyî ji ber kêmbûna depoyan ew rastî zehmetiyan dihatin, lê îsal ew pirsgirêk hatiye çareserkirin.
Beriya niha desteya çandinî û avdanê ya Rêveberiya Xweser nirxê her kîloyek genim bi 31 sentên amerîkî destnîşan kiribû.