TIFAQA GELAN Û JINAN JI BO AZADIYÊ NAMZETÊN XWE DIDIN NASÎN
26’ê gulanê komseriya bilind a hilbijartinan deriyê propogandayê ji bo tifaq, partiyên siyasî û kesên serbixwe ku wê beşdarî hilbijartinên 11’ê hezîranê bibin vekir.
Ji wê demê ve êdî ji tifaqên sereke ku wê beşdarbibin, tifaqa gelan û jinan ji bo azadiyê dest bi lidarxistina civîn û şahiyan kiriye ku bi riya wê namzetên xwe bi beşdaran didin nasîn û bernameya xwe ya hilbijartinan diyar dike.
Doh jî tifaqê şahiyek li bajarê dirbêsiyê yê kantona cizîrê lidarxist û bernameya xwe ji xelkên dirbêsiyê re şîrove kir.
Beşdarên şahiyê teqez kirin ku her çiqas dagirkeriya tirk êrîşan pêk bîne, ew gav paşde navêjin û hilbijartinên xwe lidarbixin.
Li gorî komseriya bilind a hilbijartinan wê hilbijartinên 11’ê hezîranê li 134 şaredariyên 7 kantonên herêma bakur û rojhilatê sûriyê werin lidarxistin.