Kanala ROJAVA TV

XELKÊ MINBICÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ HERÊMÊ ŞERMEZAR DIKIN

Dewleta Tirk a dagirker êrîş û sûcên xwe li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê dijwartir kirine.

nexasim bi destpêkirna mewsima çandiniyê, û ne tehmûlkirina xwe ji lidarxistina hilbijartinên şarederiyan re ku biryare 11ê hizêranê werin lidarxistin.

şênîyên kantona minbicê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmê bi helwestin, û nerazîbûnên xwe bi Rojava Tv re parvedikin.

Şêniyên Minbicê gotin ku armanc ji van êrîşan, vala derxistina pirojeya neteweya demokratîk ya rêvebriya xwesere ku temsîla hemû pêkhateyan dike.

dewleta tirk a dagirker ji bo tunekirin û qirkirina gelê kurd bi her awayî êrîşî gelê herêma bakur û rojhilatê sûriyê dike.
li hember vê yekê pêkhateyên herêmê li dijî êrîşan bê bersiv namînin, amadekariyên hilbijartinan dewam dikin û parastina projeya netewa demokrat dikin.