Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ BANGA AZADIYA RÊBER APO DIKIN

Rêberê gelan rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî hat girtin û radestî Tirkiyê hate kirin.

Ev zêdetirî 38 meh in jî tu agahî ji rêber Apo nayên girtin ango ji 25’ê Adara 2021’ê ve û piştî axaftina bi telefonê ya bi birayê xwe re tu agahî nehatiye girtin û nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

li hember vê yekê xelkê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi helwestin.

Koçberên Efrînî yên li Şehbayê bi cih bûne tecrîd şermezar kirin û gotin ku qaşo rêxistina CPT’Î taybet bi têkoşîna li dijî sûc û êşkenê ye lê derbarê tecrîdê de erkên xwe pêk nayne.

Koçberên Efrînî dan zanîn ku tu rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe ya parastina mafê girtiyan ranabe û li hember vê yekê soz didin li dû rêberê xwe bin.

3’ê gulanê careke din Dewleta Tirk bi hincetên vala û bê bingeh cezayên displînê heta 6 mehên din li dijî rêber Apo ferz kir.
li dijî vê yeke gelên azadîxwez li cîhan û herêmê rojane derdikevin qadan û têdikoşin ta ku azadîya fîzîkî ya rêberê xwe bi destbixin.