Kanala ROJAVA TV

KOMPANYAYA CIVAKA ÇANDINIYÊ LI REQAYÊ GENIMÊ COTKARAN WERDIGRE

Kompanyaya Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê dest bi wergirtina genimê cotkaran kir.
Ji demjimêrên sibehê ve cotkar pêl bi pêl berê xwe didin navendên wergirtina genim û berhemên xwe radestî kompanyayê dikin.
Kompanyaya Pêşxistina Civaka Çandiniyê li Reqayê 3 navend ji bo wergirtina genim destnîşan kirine.
Piştî ku cotkar berhemên xwe bar dikin, randevû ji navendên wergirtina genim digrin û li gorî wê berhemên xwe radest dikin.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser beriya niha ragihandibû ku ew ê her kîloyek genim bi 31 sentên amerîkî ji cotkaran bikire.