LI ŞEHBAYÊ JI BO DANASÎNA NAMZETÊN ŞAREDARIYAN ŞAHIYEK HATE LIDARXISTIN
Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo azadiyê li bajarê Şehbayê ji bo danasîna namzetên xwe, şahiyek li navçeya Ehdas li dar xist.
Di şahiyê de piştî deqeyeke rêzgirtin, 28 namzetên Şaradariyan xwe bi beşdaran dan nasîn.
Her di şahiyê de li ser navê hevbendiya gelan Welîd Dîngilî,li ser navê kongra star Sûreye Mustafa û li ser navê namzetan Rozelîn Koşan axaftin kirin.
Di axaftinan de hat tekez kirin ku, ew ê tevî hemû şert û mercên zehmet û êrîşên dagirkeriyê hilbijartinên Şaredariyan ku yekbûna Sûriyê misoger dike, li dar bixin.
Piştî axaftinan komên stranan a Navenda çand û hûnerê berhemên xwe pêşkêş kirin.