Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA RÊVEBER A DÊRAZORÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIR

Têkildarî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Rêveber a Dêrazorê daxuyaniyak da û êrîş şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de bi dehan endamên Meclîsa Rêveber a Dêrazorê û saziyên sivîl beşdar bûn.
Meclîsa Rêveber a Dêrazorê di daxuyaniya xwe de got: êrîşên dagirkeriyê armanc dikin ku rewşa aram, ewlekarî û projeya demokratîk têk bibe.
Her weha Meclîsa Rêveber a Dêrazorê bal kişand ser hevgirtina gelan di pêkanîna aştî û wekheviyê de û bi berzkirina siloganên Bijî netewa demokratîk, Bijî biratiya gelan, Serkeftin ji bo vîna me ye, daxuyaniya xwe bi dawî kir.