Kanala ROJAVA TV

KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞERMEZAR KIR

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê bi daxuyaniyekê, êrîş û binpêkirinên Tirkiyê ên li ser bajar û bajarokên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin
Xwendina daxuyaniyê li Stadyûma Giştî ya Minbicê pêk hat û tê de bi dehan endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Jinên kantona Minbicê beşdar bûn.
Di daxuyaniyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya êrîşên Tirkiyê ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku dawî li kiryarên Tirkiyeyê bîne.
Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniya xwe bi berzkirina dirûşmeyên: Bijî vîna jinê, Bijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Na ji degirkeriyê re, bi dawî kirin.