XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA ROBOTEKÎ AXÊVER AMADE KIRIN
Xwendekarên beşa Mîkatronîkê ya Zanîngeha Rojava, bi derf etên xwe yên sînordar robotekî axêver amade kirin.
Robota xwendekaran hem diaxive û hem jî bersiva pirsan dide.
Di vê raporê de agahiyên zêdetir nas bikin..
3 xwendekarên beşa Mîkatronîkê ya Zanîngeha Rojava yên bi navên Diyar Mihemed, Solîn Îsmaîl û Ehmed Hesam di projeya xwe ya derçûnê de berhemeke balkêş amade kirin.
Her sê xwendekaran bi alîkariya mamosteyên xwe, robotekî axêver li gorî prensîp û pîvanên zanistî amade kirin.
Herçend e derfetên durustkirina robotekî weha zehmet bin jî, lê van xwendekaran bi israr projeya xwe birin serî û rûpelekî nû ji serkeftina qada zanistê li herêmê tomar kirin.
Projeya xwendekaran yekemîn projeya bi vî rengî li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku dê ji bo nifşên dahatî jî bibe faktorekî hander.
Zanîngeha Rojava ji sala 2016’an ve hatiye avakirin û bi dehan fakulte, peymangeh û beşan di nava xwe de dihewîne. Sal bi sal jî asta wê berev pêşketinê ve diçe.