Kanala ROJAVA TV

ENDAMÊN KONGRA STAR: TIRKIYE HEVDEMÎ LIDARXISTINA HILBIJARTINAN ÊRÎŞÊN XWE DIJWARTIR KIRIYE

Endamên Kongra Star a Şehbayê êrîşên dagirkeriyê red kirin û gotin,dewleta Tirk hevdemî lidarxistina hilbijartinan êrîşên xwe dijwartir kiriye .
Her wiha destnîşan kirin ku dê êrîşên dagirkeriyê vîna gel lawaz neke.

Piştî daxuyaniya wezîrê parastinê yê dagirkeriya dewleta tirk û şefê faşîst Erdogan ku ew rê nadin hilbijartin li herêmê çêbibin ku li gorî dagirkeriyê ev yek gefan li ewlehiya tirkiyê dixwe, dewleta Tirk rêze êrîş li dijî herêmê pêk anî .

Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk rastî bertekên tund ji aliyê gelê Herêmê ve tên.

Endamên Kongra Star ên Şehbayê êrîşên dagirkeriyê red kirin û gotin, dewleta Tirk hevdemî lidarxistina hilbijartinan êrîşên xwe dijwartir kiriye .

Her wiha Endamên Kongra Star destnîşan kirin ku dê êrîşên dagirkeriyê vîna gel lawaz neke.

31 Gulanê dagirkeriya tirk 8 êrîş bi balafirên bê mirov li dijî navendên hêzên QSD, erebe û malên sivîlan pêk anî, di encam de 4 şervanên QSD’ê şehîd bûn , 11 sivîl jî birîndar bûn. Her wiha dagirkeriyê ambulanceke Heyva Sor a Kurd jî hedef girt.