250 XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA KOBANÊ BI ŞAHIYEKÊ DERÇÛN
Zanîngeha bajarê Kobanê ji bo derçûna 250 xwendekaran, şahiyek li dar xist.
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê tev li şahiya derçûna 250 xwendekarên Zanîngehê bûn.
Şahî li lîstigeha bajêr bi amadebûna bi hezaran kesan bi rêve çû.
Xwendekarên derçûyî bi sirûda “Ey Reqîb” derbasî hola şahiyê bûn.
Paşê xwendekaran berê xwe dan goristana Şehîd Dicle û serketina xwe diyarî şehîdan kirin.
Di şahiya derçûnê de Rêveberiya Zanîngeha Kobanê û Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew bi ziman û derçûna xwendekarên xwe ku berhemek ji şoreşê ne şanaz in.
Hevseroka Meclisa Cîbcîkar a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd balkişand ser berxwedana gelê