Kanala ROJAVA TV

XELKÊ QAMIŞLO LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ MEŞIYAN

xelkê Qamişlo, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.

Meş ji pêş dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş destpêkir û heta pêş navenda Komîseriya Kar û Barên NYˊyê ya Penaberan li taxa Siyahî meşiyan.

Di meşê de pankartên ˊFaşîsta Tirk li ser ewlehiay cîhanê gef e, em li dijî vê terorê bisekininˊ, ˊxaka me ne hedefên Erdogan eˊhatin hildan.

Li pêş komîseriyê endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêro Mihemed Şero axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker hewl da binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêran bike, lê vîna gel ji çek û balafirên wê mezintir e.

Meş bi diruşmên ˊSerok Apoˊ ûˊKujer Erdoganˊ bi dawî bû.