Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN GUNDÊ TIŞRÎN JI BER TUNEBÛNA AVÊ BI GAZININ

ji berzehmetiyên welatiyên gundê tişrînê di peydakirina avê de, welatî dilgiranên û daxwaz ji şaredariya gund dikin ku çareyekê ji wan re peyda bike.

şaredarî jî dibêje ku di demeke nêz de dê avê ji gundiyan re peyda bike.

Ji ber êrîşên çeteyên Daiş’ê yê li ser Reqayê heta radeya herî mezin binesaziyan kantonê têk çûbû, di nav de jî xetên avê yên gundê Tişrîn li gundewarê bakurê Reqayê beşek ji xizmetê derketibû.

Şaredariya Tişrîn beriya niha beşeke mezin ji xeta wê ya avê sererast kiribû,lê beşek ji malên gund bê av mane û astengiyan di kişandina avê bi riya sahrîcan dikişînin.

Welatiyên gund ji ber zehmetiyê peydakirina, gelek raporên daxwaza sererastkirinê pêşkêşî şaredariya gel a li gund kirine.

Welatiyên gund diyar dikin ku Lêçûnên kişandina avê bi sahrîcan pir zêde ye û di piraniya rewşan de peyda nabe.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Şaredariya Gel a Tişrînê Yasir El-Sadî Rojava Tv re diyar kir ku ji bo xizmetkirina gund di hemû waran de di nava çend rojan de komîte dê dest bi xebatên projeya şaredariyê bikinû dê ev ji bo hemû gund were peyda kirin.

Piştî ku kantona Reqayê ji destê çeteyên Daiş’ê hate rizgarkirin, şaredariya Gel a Reqayê dest bi ji nûve avakirina Reqyê kir.

Di nava çend salan de bajarê Reqa ji wêrankirinê, ber bi avakirinê ve pêşket.