Kanala ROJAVA TV

BI NÊZHATINA LI DARXISTINA HILBIJARTINAN, DAGIRKERIYA TIRK ÊRÎŞÊN XWE DIJWARTIR KIRYE

Li hember êrîşên dagirkeriya Tirk yên li dijî herêmê siyasetmedarên kantona Minbicê gotin ku Faşîsta AKP’ê û MHP’ê dixwazin îradeya gel bişikînin, lê wê gel piroseya hilbijartinên xwe bi rêve bibin.

her wiha diyar kirin ku desthilata AKP’ê û MHP’ê bi van kiryarên xwe eşkere dikin ku ew li dijî demokrasiyê ne.

Hemwextî amadekariyê li darxistina hilbijartinên şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmê dijwartir kiriye.

Piştî daxuyaniya wezîrê parastinê yê dagirkeriya dewleta tirk, ku ew rê nadin hilbijartin li herêmê çêbibin ku ev yek li gorî dagirkeriyê gefan li ewlehiya tirkiyê dixwe.

Di 30’ê Gulanê de dagirkeriya tirk 8 êrîş bi balafirên bê mirov li dijî navendên hêzên QSD, erebe û malên sivîlan li qamişlo, til hemîs û amûdê yên kantona cizîrê pêk anî.

Li hember van êrîşan siyasetmedarên kantona Minbicê gotin ku Faşîsta AKP’ê û MHP’ê dixwazin îradeya gel bişikînin, lê wê gel piroseya hilbijartinên xwe bi rêve bibin.

Siyasetmedaran dan xuyakirin ku desthilata AKP’ê û MHP’ê bi van kiryarên xwe eşkere dikin ku ew li dijî demokrasiyê ne û demokrasiyê li ser tu cihekî ji coxrafiya cîhanê qebul nakin.

Çavdêr dibînin ku li darxistina hilbijartinên şaredariyan gaveke giring ber bi bersivdayîna pêwîstiyên 5 Milyon welatî li Bakur û Rijhilatê Sûriyê ye.

Her wiha dê herêm bi van hilbijartinan derbasî qonaxeke nû bibe.