XELKÊN AMÛDÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DAKETIN QADAN
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmê, Xelkên Amûdê daketin qadan û banga rawestandina êrîşan kirin.
Meş ji qada jina Azad dest pê kir û bi berzkirina dirûşmeyan li qada Şehîd Cîhad veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin.
Her wiha bang li gel hate kirin ku li hember êrîşan xwedî helwest bin .
Meş bi durişmên na ji êrîşên dagirkeriyê re bi dawî bû .