PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIR
Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên hevdemî lidarxistina hilbijartinan şermezar kir.
Partiyê di daxuyaniyê de got, dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrîşan dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.
Her wiha da zanîn ku armanca Tirkiyê tirsandina gel û astengkirina lidarxistina hilbijartinan e.
Partiya Sûriya Pêşerojê aşkere kir ku dewleta Tirk ji projeya Demokratîk ya Rêveberiya Xweser ditirse.
Di dawiyê de banga mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.