Kanala ROJAVA TV

GEL Û SAZIYÊN HERÊMÊ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Gel û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk li dijî Herêmê şermezar kirin .

her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze prosesa hilbijartinan asteng bike .

Gel û saziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk ên li dijî Herêmê şermezar kirin.

Rêxistinên Civaka Sivîl bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên hevdemî lidarxistina hilbijartinan şermezar kirin .

di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hate kirin ku xwedî li hêzên leşkerî derkevin ji bo ku destkeftiyên şehîdan werin parastin.

her wiha hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze prosesa hilbijartinan asteng bike .

li aliyekî din meclisa olî ya girêdayî Kongreya Islama Demokratîk jî êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û banga bilindkirina asta têkoşînê kir .

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk di bin navê islamê de tev digere, lê ew ji islamiyetê dûre .

her wiha meclisê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe tevahî pîvanan bin pê dike .

Her wiha Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi daxuyaniyekê banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk kir .

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistin û desteyên cîhanê yên têkildarî mafên mirovan kir ku erkên xwe yên mirovî bînin cih

her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xebatkarên qada mirovî û xizmetguzariyê rawestînin.