Kanala ROJAVA TV

ENCUMENA CÎBICÎKAR A REQA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ BI DAXUYANIYEKÊ ŞERMEZAR KIR

encumena cîbicîkar a kantona reqa êrîşên dagirkeriya tirk li dijî herêmê şermezar kir û banga destwerdana rawestandina êrîşan li aliyên peywendîdar kir.
daxuyanî li ber avahiya encumenê ya bajarê reqa bi beşdariya hevserok û endamên deste û buroyên rêveberiya xweser a reqa hate xwendin.
di daxuyaniyê de encumenê diyar kir ku armanca sereke ji êrîşên tirkiyê li dijî herêmê têkbirina projeya netewa demokrat û biratiya gelan li herêmê ye.
her di daxuyaniyê de ,encumenê bang li NYû hevpeymaniya navnetewî kir ku helwesteke diyar li hember êrîşên tirkiyê û zêdegaviyên wê bigrin û êrîşên wê rawestînin.