COTKARÊN AMÛDÊ GENIMÊ XWE RADESTÎ NAVENDA DEXLÛDAN A AMÛDÊ DIKIN
Piştî ku Rêveberiya Xweser Amadebûna xwe ji bo wergirtina genim aşkere kir, Depoyên Genim a Amûdê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir
Navenda Dexlûdana Amûdê diyar kir ku ew ê 12 hezar tonên genim di depoyên Amûdê de bi cih bike
Ji serê sibehê ve cotkarên bajarê Amûdê û gundewarên wê dest bi gihandina genimê xwe ji bo kompanyaya geşepêdana çandiniyê ya Amûdê kirine.
Bi dehan kamyonên dagirtî li ber navenda wergirtina genim rêz bûn û pêl bi pêl barên xwe vala kirin
Derbarê rêbaz û çawaniya wergirtina genim ji cotkaran rêveberê Navenda Amûdê ya genim ji Rojava TV re axivî û hin hurgulî aşkere kirin.
Ehmed Ebdulrehman da zanîn ku beşdarbûna cotkaran ji bo radestkirina genimê xwe di asteke baş de ye û heya niha gazinc tune ne.
Li bajarê Amûdê du navendên serekê yên wergirtina berhema genim hene û her navendek jî pênc navendên şaxî li xwe digire
Navenda Amûdê ji 29ê vê mehê ve dest bi wergirtina berhemên genim ji cotkaran kiriye.