Kanala ROJAVA TV

MECLISA JIN A PYD’Ê LI KANTONA CIZÎRÊ KONFERANSA XWE YA YEKEMÎN LI DAR XIST

bi dirûşmeya “Rêxistina jin û civakê misogeriya azadiya Rêber Ocalan e”Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîkyekemîn konferansa xwe li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Hesekê li dar xist.

Berdevka meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Hesekê Zehra Semio diyar kir ku armanca wan a li darxistina konferansê nîqaşkirina rewşa jinan li herêmê ye.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk bi dirûşmeya “Rêxistina jin û civakê misogeriya azadiya Rêber Ocalan e” yekemîn konferansa xwe li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Hesekê li dar xist.

nûnerên Meclîsa Giştî, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan û hêzên ewlekariya hundirîn beşdarî konferansê bûn.

Li darxistina Yekemîn konferansa meclisa jinan a li ser asta kantona Cezîrê balê dikişîne ser sekna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hêzên YPJ’ê, hemû jinên herêmê temsîl dikin.

Berdevka meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Hesekê Zehra Semio diyar kir ku armanca wan a li darxistina konferansê nîqaşkirina rewşa jinan li herêmê ye.

Ji aliyê xwe ve hevseroka partiya yekîtiya Demokratîk a şaxê Tirbaspiyê Hediya Şemo da xuyakirin ku tevî zextên li ser jinan tên kirin, lê wan dikarîbû konferansa xwe di nava şert û mercên zehmet de li dar bixin.

Konferansa Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk bi hilbijartina 6 jinan ji bo rêveberiya meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk û sondxwarina wan bi dawî bû.