BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ EFRÎNA DAGIRKIRÎ HER KU DIÇIN ZÊDETIR DIBIN
Çalakvanê Hiqûqî Îbrahîm Şêxo behsa rewşa herêmên dagirkirî kir û got, malbatên çeteyan dest danîne ser mal û milkên Kurdan.
Her wiha Îbrahîm Şêxo bal kişand ser êrîşên li dijî destkeftiyên gelê Kurd jî û da zanîn ku neyarên Kurdan li ser qirkirin û tunekirina Gelê Kurd li hev kirine. Binpêkirinên çeteyên Tirkiyê yên li dijî Efrîna dagirkirî her ku diçin zêdetir dibin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan bi raporekê ragihand ku, çeteyên dewleta Tirk di meha Gulanê de 30 kes li Efrîna dagikirî revandine û çarenivîsa piraniya revandiyan ne diyar e.
Her wiha xwezaya Efrînê jî tê talankirin û malbatên çeteyan dest datînin li ser malên şêniyên resen ên Efrînê.
Çalakvanê Hiqûqî Îbrahîm Şêxo behsa rewşa herêmên dagirkirî kir û got, malbatên çeteyan dest danîne ser mal û milkên Kurdan.Îbrahîm Şêxo bal kişand ser êrîşên li dijî destkeftiyên gelê Kurd û da zanîn ku neyarên Kurdan li ser qirkirin û tunekirina Gelê Kurd li hev kirine.
Tevî ku planên qirkirin û tunekirinê li dijî gelê Kurd û projeya Neteweya Demokratîk têne danîn, lê dîsa gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekeziyê li ser mezinkirina asta berxwedaniyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî dikin.