NAMZETÊN HEVŞAREDARIYA REQAYÊ DEST BI PROPAGANDAYA HILBIJARTINÊ DIKIN
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan roja propagandaya hilbijartinan li gorî şert û mercên demokratîk diyar kir:
Li vî esasî namzetên kantona Reqayê li gorî giştînameyên ku ji aliyê Komîseriyê ve hatine weşandin, dest bi propagandaya hilbijartinê kirin.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan roja propagandaya hilbijartinan li gorî şert û mercên demokratîk diyar kir, di nav de jî qedexekirina propagandaya devkî li ser rêyên giştî û cihên îbadetê.
Komîseriyê rê da namzetan ku wêneyên xwe li cihên diyarkirî li kolanên giştî û navgînên veguhestinê yên giştî bi rengekî ku bi karê wan re nakok nebe daliqînin.
Li ser vê bingehê namzetên kantona Reqayê li gorî giştînameyên ku ji aliyê Komîseriyê ve hatine weşandin, dest bi amadekariyên xwe ji bo propagandaya hilbijartinê kirin.
Namzetê hevşaredariya El-Ikêrşî AbdulMuhsin Rakan diyar kir ku ev hilbijartin wê nûnertiya demokrasiyê û avakirina Sûriyeke nenavendî bike.
Ji aliyê xwe ve Namzeta hevşaredariya Gel a kantona Reqayê Sena El-Yûsif destnîşan kir ku hilbijartinên şaredariyan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke wêrek û girîng e, bi taybet ji bo beşdarbûna bi bandor a jinan di hilbijartinan de.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara navendên dengdanê li kantona Reqayê 250 navend diyar kir û bi giştî 400 sindoq danîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara namzetên hevserokatiya Şaredariya Gel a kantona Reqayê gihişte 21 namzetan.