NAMZETÊN HEVBENDIYA GELAN Û JINAN LI QAMIŞLO ŞAHIYEK LI DAR XISTIN
Namzetên ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê şahiyek li dar xistin.
Di şahiyê de her du namzetên hevseroketiya Şaredariya bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer û Stêfo Îşûh ji bo danasînê bi gel re civiyan.
Bêrîvan Omer û Stêfo Îşûh di civînê de axivîn. Namzetan gotin, ku ji bo jiyaneke bi tendurûst, projeyên wan hene.
Piştî ku her du namzet hatin danasîn, şahî dest pê kir.
Di şahiyê de broşûra bernameya ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ hatin belavkirin û beşdaran tevî namzetan govend gerandin.