GULÎSTAN ISMAÎL: KARNAME LI ZÊDETIRÎ 200 HEZAR XWENDEKARÎ HATIN BELAVKIRIN
GULÎSTAN ISMAÎL - HEVSEROKA DESTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ YA CIZÎRÊ
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Gulîstan Ismaîl da xuyakirin ku bi dawîbûna sala xwendinê ya 2023’ê – 2024’an li Kantona Cizîrê li ser asta 1774 dibistanan, karname li zêdetirî 200 hezar xwendekarî hatin belavkirin.
Her wiha Gulîstan Ismaîl tekez kir ku îsal proseya xwendinê bi awayekî serkeftî bi rêve çû.