LI DÊRAZORÊ DEWREYEKE HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN BI DAWÎ BÛ
Akademiya Şehîd yamin ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Dêrazorê dewreyeke perwerdeyê ku ji 63 şervanan pêk tê, bi dawî kir .
Merasîma derçûnê bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir û piştre jî toraneke leşkerî hate lidarxistin.
Di merasîma derçûnê de malbatên şehîdan, Meclisa Cîbcîkar û hêzên ewlekariya Hundirîn, amade bûn .
ji aliyê rêveberê Akademiyê ve axaftin hate kirin û ji şervanan xwest ku ewlehiya gel biparêzin.
Dewreya perwerdeyê du mehan dewam kir ku tê de dersên giran di warê leşkerî û rewşenbîrî de hatin dayîn .