JI BO AZADIYA RÊBER APO XELKÊN KOBANÊ DAKETIN QADAN
bi armanca azadiya Rêber Apo û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê li dijî herêmên parastinê, Xelkên Kobanê daketin qadan .
Meş bi beşdariya bi hezaran xelkên Kobanê, endamên deste, sazî û ofîsên Rêveberiya xweser her wiha partiyên Siyasî, hate lidarxistin .
Meş ji qada Jina Azad dest pêkir û li qada aştiyê veguherî mîtîngê .
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan ku desthilata Tirk 6 mehên din dirêj kiriye, hate şermezarkirin .
Meş bi durişmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û hêzên gerîla bi dawî bû.