Kanala ROJAVA TV

PEYMANGEHA AMADEKIRINA MAMOSTEYAN A REQAYÊ EZMÛNÊN WERZA DUYEMÎN BI DAWÎ KIRIN

Li peymangeha Amadekirina Mamosteyan a girêdayî Desteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê, ezmûnên werza duyemîn ku beriya hefteyekê dest pê kiribûn, bi dawî bûn.
Di peymangehê de pisporiyên mamostetiya refê û baxçeya zarokan hene.
Hejmara beşdarên ezmûnan giha 191 mamosteyan ji mamosteyên Desteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê.
Peymangeh armanc dike ku jêhatîbûna mamosteyan bi pêş de bibe û şiyanên wan ên perwerdehiyê xurtir bike, û li gorî wê pêşkeftinan di pêvajoya perwerdehiyê de pêk bîne.