Kanala ROJAVA TV

HEVBENDIYA GELAN Û JINAN JI BO AZADIYÊ BERNAMEYA XWE YA HILBIJARTINÊ EŞKERE KIR

Hevbendiya Gelan û Jinan a ji bo Azadiyê bi boneya nêzbûna hilbijartinên şaredariyan, bi civîneke çapemeniyê li Qamişlo, bernameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir.

Bername li xwaringeha El-Xal a li bazara zêr a bajarê Qamişlo hate aşkere kirin û tê de nûnerên 22 partiyan û namzetên hevserokatiya şaredariya Qamişlo beşdar bûn.
Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê di daxuyaniya xwe de, gelek projeyên pêşxistina demokrasiya xwecihî û bidestxistina şaredariyên civakî yên ku mafên jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin, diyar kirin.
Civîna çapemeniyê bi guhdarkirina namzetan li pêşniyarên beşdaran bi dawî bû.