Kanala ROJAVA TV

ZÊDETIRÎ 200 HEZAR XWENDEKARÊN KANTONA CIZÎRÊ KARNAMEYÊN XWE WERGIRTIN

Bi dawîbûna sala xwendinê ya 2023-2024’an re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmê karnameyên serkeftinê li xwendekaran belav kirin

Sala xwendinê ya 2023-2024’an bi dawî bû û ev demeke xwendekar bi dilekî geş li benda wergirtina berhema keda xwe ne .

Îro, li kantona Cizîrê karname li xwendekarên sê qonaxên perwerdeyê yên seretayî, navîn û amadehî û ji bo sala xwendinê 2023-2024 hatin belavkirin.

Li bajarê Qamişlo li zêdetirî hezar û 778 dibistanan karname hatin belavkirin û hejmara xwendekarên ku karname wergirtin e 170 hezar û 975 ji xwendekarên seretayî bûn , 22 hezar û 242 ji xwendeakrên navîn bûn û 7 hezar û 479 xwendekar jî ji qonaxa amedehî bûn .

Li Amûdê jî, Rêveberiya Perwerdeyê di sê qonaxên amadekarî, navîn û seretayî de, karnameyên xwendinê li ser 8 hezar û 852 xwendekarên 64 dibistanên gund û navçeyên bajarê Amûdê belav kirin.

Hejmarek ji xwendekarên pilebilind ên qonaxên yekem, duyem û sêyem li ser asta dibistanên bajêr hatin xelatkirin

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sala xwendinê (2023-2024) di 5ê Îlona 2023an de dest pê kiribû û di 23ê Gulana îsal de bi dawî bû

Tevî hemî rweşên zehemt û topbarabna bênavber ji aliyê Dewleta Tirk ve, xwendekaran bi îradeya xwe serkeftina xwe misoger kirin û ji dagirkeriyê re nameyeke bi wate şandin