RÊVEBERIYA XWESER XWÎNERÊN JÊHATÎ LI MINBICÊ BI ŞAHIYEKÊ XELAT KIRIN
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê hin xwînerên serkeftî di nava salê de li pirtûkxaneya Mihemed Menla Xizêl xelat kirin.
Bi dirûşma “Ji bo xwînerê herî ciyawaz” Detseya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê hin xwînerên serkeftî xelat kirin.
Xelatkirin li pirtûkxaneya Mihemed Menla Xizêl a navenda bajêr û bi beşdariya rewşenbîr û nivîskarên kantonê bi rê ve çû.
Xwîneran jî di sala xwendinê ya çûyî de pirtûk standinbûn û xwendibûn û li gorî wê hatin xelatkirin.
di xelatkirinê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a kantonê Ehmed El Yûsif bal kişand ser pêşketina çandî û rewşenbîrî ya li Minbicê tevî ku gelek caran êriş li dijî wê hatin pêkanîn.
paşê xwînerên herî zane û serkeftî ên pirtûkxaneyê Bana Hesen, Mihemed Ebdulletîf û Yehya Ebdo hatin xelatkirin.