Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA REWŞENBÎRÊN CIZÎRÊ BANDORA MADEYÊN HIŞBIR NÎQAŞ KIRIN

Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina bandorên madeyên hişbirê yên li ser mirovan semînerek li darxist.

Semîner bi beşdariya rewşenbîrên herêmê û bijîşkan li Baxçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Semîner ji aliyê Doktor Kamîran El Bêk û Doktor Ehmed Zubêr hate bi rêve birin û bandor û metirsiya madeyên Hişbir li ser ciwanan û civakê hat nîqaşkirin.

Her wiha rêbazên xweparastinê ji van madeyan û tedbîrên hişyarkirina civakê li ser dûrketina madeyên Hişbirê jî hatin şîrovekirin.

Beşdarên panelê destnîşan kirin ku dagirker û gelek aliyên dijberî pirojeya Rêveberiya xweser bi riya şerê taybet madeyên hişbirê derbasî herêmê dikin.