Kanala ROJAVA TV

JINÊN QAMIŞLO LI HEMBER TECRÎDA LI SER RÊBER ABDULLAH OCALAN BI HELWEST IN

jinên ji bajarê qamişlo li hember tecrîda li ser rêber gelan rêber abdullah ocalan bi helwestin û dibêjin ku demeke dirêje agahî li ser rêberê me nayê girtin û rewşa tendirûstiya wî di kîjan astê de ye ne diyare.

her wiha jinên qamişlo bang li rêxistinên mirovî kirin ku bi reka xwe ye berpirsiyarê rabin û mafên girtiyan biparêzin

Ji 25’ê Adara 2021’an ve heya niha, tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Her çendî parêzer û malabata wî serlêdanê dikin,lê bi hincetên vala ev serlêdan tên astengkirin.

ne wergirtina agahiyekê ji rêber Apo dihêle derbarê tendirûstiya Rêbertî de gumanên pir mezin werin jiyankirin.

jinên bajarê Qamişlo li hember vê yekê bi helwestin, û dibêjin ku zêdetirî 3’ê salan e agahî ji rêber Apo nayê wergirtin û li ser rewşa wî bi guman in.

jinên qamişlo diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin ji ber bêdengiya dewleta navnetewî ye.

Li gor peymana navbera dewlet û saziya CPT di xala 54’an dide diyarkirin ku cihên ku girtî lê tê ragirtin, nabe ku demdirêj tecrîd were meşandin û tevgera laş were astengkirin.
lê dagirkeriya Tirk van peymanan binpê dike.