Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA JINAN A PYD’Ê CIVÎNEK LI BAJARÊ AMÛDÊ LI DAR XIST

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk derbarê amadekariyên xwe yên ji bo konferansa ku dê di demên pêş de pêk were, civîneke berfireh li bajarê Amûdê li dar xist.
Civîn li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Amûdê pêk hat û tê de endamên jin ên PYD, endamên Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Hêzên Parastina Civakê amade bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, dûre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, her wiha rêziknameya 2 salan hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nîqaşkirin.
Çave rê ye ku Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk li hemû bajaran civînên bi vî rengî li dar bixe.