Kanala ROJAVA TV

KANALÎZASYONÊN KAMPA SERDEM A KOÇBERÊN EFRÎNÎ TÊ SERERASTKIRIN

Tevî zehmetiyên ku kanton tê re derbas dibe, Desteya Rêveberiya Xwecihî ya kantona Efrîn û Şehbayê projeyên xizmetguzeriyê li kampan berdewam dike.
Herî dawîyê Desteya Rêveberiya Xwecihî a Kantona Efrîn û Şehbayê bi hemahengiya Heyva Sor a Kurd projeya sererastkirina kanalîzasyonên Kampa Serdem dest pê kir.
Projeya sererastkirinê li ser daxwaza koçberên ku di kampê de bi cih dibin, li dar ket.
Beriya niha rêveberiya Xwecihî a Kantona Efrîn û Şehbayê projeyek bi heman rengî li Kampa Berxwedan ya li Navçeya Fafînê jî, pêk anîbû.