MECLÎSA JINÊN PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ PANELEK DERBARÊ HILBIJARTINAN DE LI DAR XIST
WELÎDE HESEN – BERDEVKA MECLISA JINAN A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ
Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê derbarê hilbijartinên şaredariyan ên ku dê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxistin, panelek li Qamişlo li dar xist.
Panela Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a Qamişlo li dar ket û tê de bi dehan endamên jin ên Partiya Sûriyeya Pêşerojê yên bajarên kantona Cizîrê amade bûn.
Di panelê de du mijarên sereke: Hevpeymana civakî û rola jinan di pêvajoya hilbijartinê de, ji aliyê beşdaran ve hatin nîqaşkirin
Di dawiyê de, Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê tekez kir ku dê jin di hilbijartinên 11 hezîranê de xwedî biryar û roleke bingehîn bin.