DAYIKÊN GERÎLAYAN BINPÊKIRINÊN ÎRANÊ YÊN LI DIJÎ GERÎLAYAN ŞERMEZAR KIRIN
Gerîlayê HPG’ê Rêgeş ku di 23’yê Hezîrana 2019’an de hate dîlgirtin, ji aliyê dadgerê Îranê ve cezayê darvekirinê hatî birîn .
Ev yek rastî bertekên tund hat, dayîkên gerîla jî bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku zextê li Îranê bikin ku dest ji van biryarên neexlaqî berde .
Gerîlayê HPG’ê Rêgeş 23’yê Hezîrana 2019’an li qada Kevirê Spî ya herêma Qeleniyê di encama şerê bi Muhafizên Şoreşê ya Îranê re derketî de, hate dîlgirtin.
Dewleta Îranê piştî 33 mehên girtîbûna Rêgeş, ew derxist Dadgeha Şoreşê ya li bajarê Xoyê. Piştî darizandineke kurt, di 15’ê Adara 2022’yan de cezayê îdamê lê hate birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Rêgeş li girtîgeheke li Urmiyeyê tê ragirtin û cezayê wî yê îdamê ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin.
Kongra Star û Dayîkên Gerîlayan li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê binpêkirinên Îranê yên li dijî şervanên Hêzên Parastina Gel şermezar kirin.
di daxuyaniyê de hate gotin ku Ev ne cara yekê ye ku Keç û Xortên kurdan li Îranê tên darvekirin .
her wiha hate destnîşan kirin ku hêzên Gerîla parêzvanên Kurdistanê ne, hêzên tarî yên DAIŞ’ê têk birin û bi hezaran şehîd dane, lê her roj rastî êrîşên dijwar tên.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û rêxistinên jinan hate kirin ku têkoşîna şoreşgerî bilind bikin, da ku sûcên rejîmên dîktator heta hilweşîna faşîzmê derxin holê .
Di heman çarçoveyê de Meclisa Malbatên Şehîdan û Dayîkên gerîlayan li hesekê jî cezayê darvekirina Gerîlayê HPG Rêgeş şermezar kirin .
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku Gerîlayên Azadiyê ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê li çiyayên Azad canê xwe feda dikin .
Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û Konseya Ewlekariyê hate kirin ku zextê li Îranê ya faşîst bikin ku dest ji van biryarên neexlaqî berde û darvekirina ciwanên Kurd rawestîne.