Kanala ROJAVA TV

ENDAMÊ NEFEL PRODUKSIYON WELÎD HES HEMÎN HAT OXIRKIRIN

Endamê Nefel Produksiyon Welîd Hes Hemîn duh di seatên êvarê de li Goristana Têrmik yê li başûrê Kobanê hat veşartin.

Endamê Nefel Produksiyonê yê bi navê Welîd Hes Hemîn di dîroka 28’ê Gulanê de ji ber nexweşiya penceşêrê li paytexta Sûriye Şamê dema tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da.

Duh saatên êvarê de cenazeyê Welîd Hes Hemîn ji Şamê gihişt Kobanê û li goristana Têrmik ya li başûrê Kobanê Hat veşartin.

Welîd Hes Hemîn Piştî 2011’an bi destpêka aloziyên Suriyeyê re dest bi xebatên şoreşgeriyê kiribû., Ji sala 2016’an ve jî di xebatên Çapemeniya Azad de cihê xwe girt.

Di salên destpêkê yên xebatên xwe yên ragihandinê de weke xebatkarê Ronahî TV kar û xebat meşand. Ji destpêkê sala 2021’an ve jî cihê xwe di nava xebatên Nefel Produksiyonê de girt.

Di produksiyonê de weke kameravan beşdarî kar û xebatan bû.