Kanala ROJAVA TV

PARÊZERÊN DÊRAZORÊ JI BO NÎQAŞKIRINA DOZA KOBANÊ KOMXEBATEK SAZ KIR

Yekîtiya Parêzeran a Kantona Dêrazorê bi komxebatekê birîna cezayan li dijî girtiyên Doza Kobanê nîqaş kir.

Komxebat bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl li avahiya Encumena Cîbicîkar hat lidarxistin.

Di komxebatê de ferzkirina cezayên li dijî girtiyên Doza Kobanê hat nîqaşkirin.

Her wiha hate gotin ku, dewleta Tirk a dagirker bi ferzkirina cezayên dispîlînê yasayên mafên mirovan bin pê dike.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û piştevaniya Doza Kobanê hate kirin.