Kanala ROJAVA TV

ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA HELEBÊ BI SOZA MEZINKIRINA ASTA TÊKOŞÎNÊ BI DAWÎ BÛ

Çalakiya konvedanê ya Kongra Star a Helebê bi daxuyaniyekê bi dawî bû, di çalakiyê de mijarên têkildarî têgeha neteweya demokratîk hatin nîqaşkirin.

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, di 26’ê vê mehê de Kongra Star a Helebê çalakiya konvedanê ya 3 rojan li dar xist.

Doh çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû, di daxuyaniyê de “cezayên dîsplînî” yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û bal li ser berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kişandin.

Di daxuyaniyê de spasiya ked û xebatên ji bo nîqaşkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û navên partiyên beşdar û hemû sazî û tevgeran hatin bibîrxistin.

Di dawiya çalakiyê de komên Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo stran li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirin.