Kanala ROJAVA TV

MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ BI WELATIYÊN KANTONÊ RE CIVIYA

Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ji bo bersivandina pirsên ku di mêjiyê welatiyên minbicê de digerin bi wan re civiya û geşedanên dawî yên li herêmê û yên pêşerojê bi wan re parve kirin.

Di civînê de Rêveberiya Xweser a kantona Minbicê, partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspî beşdar bûn.

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê di civînê de ji welatiyan re got: ”Dewleta Tirk a dagirker bênavber herêmê hedef digire, Ev jî dijminatiya wê ya li dijî gel aşkera dike.”

Her wiha destnîşan kir ku meclis her tim amade ye li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekine û hêza xwe ji gelê herêmê digirin.

Welatî vê gavê di vê demê de pir giring dibînin û hêviyên xwe bi hêzên Sûriyaya Demokratîk re mezintir dikin û dibêjin: ” ji bo parastina gelên herêmê hêzên leşkerî bûne mertal”.

welatiyên herêmê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî li hember êrîşan derdikevin û tekez dikin ku ew ê di piştevanîkirina şervanan de berdewam bin.