JINÊN QAMIŞLO BANGA AZADKIRINA RÊBER APO Û XURTKIRINA ASTA TÊKOŞÎNÊ KIRIN
Jinên ji bajarê qamişlo tecrîda girankirî ya li ser rêberê mirovahiyê rêber abdullah ocalan şermezar kirin û gotin ku Divê herî zêde jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.
Zêdetirî 3 salan e bi rêber Abdullah Ocalan re bi tu awahî hevdîtin nayê kirin, tevî ku bi sedan serlêdanên malbat û parêzeran jî hene.
lê dewleta Tirk ji bo ku hevdîtinê asteng bike bi hincetên vala cezayê dîsîplînê dixe rojevê û nahêle ku tu agahî ji Îmraliyê derkevin.
Gelê Kurd û dostên wan jî ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin, her roj li qadan in û têdikoşin.
Jinên ji bajarê Qamişlo jî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan axivîn û gotin, dewleta tirk bi tecrîdkirina li ser Rêber Apo re hemû yasayên mafên mirovan û girtiyên azadiyê bin pê dike.
Her wiha jinên Qamişlo bang li rêxistinên mafên mirovan û neteweyên yekbûyî kirin ku bi erka xwe ya berpirsyariyê rabin û li hember tecrîda li dijî Rêber APO bêdeng nemînin.
Di sala 1999an de Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî hat dîl girtin û radestî tirkiyê hat kirin. ev zêdetirî 25 salan e ku di bin tecrîdeke girankirî da ye û ji mafê xwe bê par meye.
li hember tecrîdê û ji bo azadîya rêber apo, kurdhezên doza azadiyê û dostên wan rojene li qadan in û têdikoşin.