LI MINBICÊ PANELEK LI SER GIRÎNGIYA ROLA JINAN DI PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ DE LI DAR KET
Hemwextî amadekariyên lidarxistina hilbijartinan, Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek bi navê “Beşdarbûn û xurtkirina jinan di pêvajoya hilbijartinê de” li dar xist.
Panel bi amadebûna bi dehan ji jinên kantona Minbicê, rêxistinên jinan û Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar ket.
Di Panelê de, du mijarên sereke hatin nîqaşkirin: Peymana Civakî û girîngiya beşdarbûna jinan di pêvajoya hilbijartinê de.
Beşdaran destnîşan kirin ku Hevpeymana Civakî rol û mafê jinê parastin û dê di hilbijartinên pêş de jî xwedî roleke serke bin