PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRAT A KURD LI SÛRIYÊ BERNAMEYA XWE YA HILBIJARTINAN AŞKERE KIR
Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Reqayê, bernameya namzetên xwe ya hilbijartinên şaredariyan aşkere kir.
xwendina daxuyaniyê Li ofîsa partiyê ya li Reqayê pêk hat û tê de hejmarek ji aliyên siyasî beşdar bûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku partiyê deh namzet ji bo tijîkirina kursiyên şaredariyê pêşkêş kirine.
Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê diyar kir ku ew ê di 11’ê Hezîranê de, bi serfirazî mafê xwe yê hilbijartinên şaredariyan bi kar bînin.