ŞAREDARIYA GEL A REQAYÊ PROJEYA ÇÊKIRINA KANALÎZASYONÊN TAXA MEFREQ EL-CEZRA DEST PÊ KIR
Kargehên Desteya Karûbarên Giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê, dest bi çêkirina kanalîzasyonên taxa Mefreq El-Cezra ya ku dikeve rojavayê kantona Reqayê kirin.
Destpêkirina projeyê li ser bingeha giliyê şêniyên taxa navborî pêk hat.
Proje bi hevkariya Desteya Karûbarên Giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê û şêniyên taxê lidarket û dê sêsed metre ji kanalîzasyonên qirêjiyê werin dirêjkirin
Li gorî Desteya Karûbarên Giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê biryar e ku ev proje di nava du hefteyan de bi dawî bibe.