Kanala ROJAVA TV

DESTEYA ÇANDINIYÊ SEDEMÊN DIYARKIRINA NIRXÊ GENIM DIYAR KIR

Desteya çandinî û avdanê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku, piştî lêkolînên dirêj wan nirxê kirîna genim destnîşan kiriye.
Desteya çandiniyê nirxê her kîloyek genim bi 31 sentên amerîkî destnîşan kiribû, li hember wê yekê jî cotkaran daxwaza zêdekirinêkirin.
Îro desteya çandiniyê konferanseke çapemeniyê li dar xist û sedemên diyarkirina nirxê genim bi 31 sentan aşkere kir.
Desteyê got, piştî civînên li gel yekîtîyên peywendîdar û meclîsa cîbicîkar wan ev biryar girtiye.
Her wiha diyar kir ku, ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî binesaziya herêmê û dorpêça heyî, aboriya Rêveberiya Xweser jî zirarê dibîne.
Her wiha destnîşan kir ku ew ê di piştevanîkirina cotkaran de berdewam bin.